"Mîtolojî her çiqas ji rastîyê dûr be, berhemên afirandî, fantazî û fîsalî bin jî, di mîtolojîyê de tozek rastî heye. Li ser bingehên bîr û bawerîyên olî yên kevnare hatine avakirin. Di mîtolojîyê de, dîrok, corafya, ...
"Mîtolojî her çiqas ji rastîyê dûr be, berhemên afirandî, fantazî û fîsalî bin jî, di mîtolojîyê de tozek rastî heye. Li ser bingehên bîr û bawerîyên olî yên kevnare hatine avakirin. Di mîtolojîyê de, dîrok, corafya, ziman, çand, tore, hest, reng û wêneyên gelêrî hene. Mirov dikare bêje mîtolojî sop û sîtava gelan a bi hezar salan e."
"Li gorî mîtolojîya îranî, Mala Zalê 700-600 sal berî zayînî mîrê herêma Zabîlistanê bûne. Zabîlistan, dikeve navbera rojhilatê Îran, basûrê rojavayê Afganistan û bakurê Belucistanê. Zabîlistan ji bajarên Zabîl, Sîstan û Nîmrozê pêk tên. Herêm carnan bi navê Zabîlistan û carnan jî bi navê Sîstan hatîye nasandin. Paytexta Mala Zalê, bajarê Zabîl bûye. Zabîl li perava çemê Helmendê hatîye avakirin."
We are using technologies like Cookies and process personal data like the IP-address or browser information in order to personalize the content that you see. This helps us to show you more relevant products and improves your experience. we are herewith asking for your permission to use this technologies.